Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Di dîroka neteweyan de, kêliyên ku ji serkeftina leşkerî yan jî serfiraziya siyasî wêdetir in, hene; kêliyên ku dibin xaleke girîng a di peyitandina 'nasnameya neteweyî' de. Tiştê ku Îranê di mehên dawî de derbas kir, ji heman rengî ye; şerekî ku armanca wê ne tenê zirara leşkerî yan zexta siyasî bû, lê hewildaneke organîzekirî bû ji bo guhertina rêça neteweyekê û şikandina iradeya welatekî.
Ji rojên pêşîn ên destpêkirina projeya şikandina iradeyê û teslîmkirina miletê Îranê, armancên eşkere û veşartî yên Amerîka, rejîma siyonîst û hevalbendên wan diyar bûn. Ew ji teslîmbûna bê mercan dipeyivîn, ji guhertina pergalê diaxivîn, ji şikandina tevera berxwedanê dipeyivîn û hêvî dikirin ku zextên hevdem ên leşkerî, aborî, medyayî û derûnî bikarin Îranê paşde bikişînin. Lê îro, piştî zêdetirî sed şev û rojên berxwedanê, pirsa herî girîng ev e ku kîjan ji wan armancan pêk hat?
Senaryoyên ku yek bi yek hilweşiyan:
- Diviyabû Îran bikeve nav tevliheviyên navxweyî; nebû.
- Diviyabû qelîş di navbera gel û desthilatê de kûr bibe; nebû.
- Diviyabû hêzên çekdar yekitiya xwe winda bikin; nebû.
- Diviyabû binesaziyên jiyanî yên welêt nexebitin; nebû.
- Diviyabû kesayetiyên siyasî û dîplomatîk yên welêt ji berpirsiyariya xwe paşde vekişin; nebû.
- Diviyabû opozisyona derveyî welêt wekî alternatîf were nasandin; nebû.
- Diviyabû guhertina pergalê wekî encama dawîn a şer pêk bîha; nebû.
Bi rastî, tiştê ku hilweşiya ne avahiya Îranê, lê komek ji hesab û texmînên ku bi salan li odeyên ramanê yên rojavayî yên li ser Îranê hatibûn çêkirin, bû.
Sirra sereke; têkçûna şerê iradeyan
Berevajî baweriya belavbûyî, girîngtirîn meydana vî şerî ne meydana leşkerî bû; lê şerê sereke di warê iradeyan de diqewimî. Sêwirînerên zexta herî zêde diguman ku civaka Îranê nikare tahammûla şerekî dirêj bike û bi zêdebûna zextan re, yekitiya neteweyî wê winda bibe. Lê ezmûna mehên derbasdar nîşan da ku di kêliyên çarenivîsê de, miletê Îranê dîsa xwediyê wê kapasîteya dîrokî ye ku ji bo parastina serxwebûn û yekîtîya axa welêt biparêze.
Ev e rastiya ku gelek analîstên biyanî nikarîbûn di hesabên xwe de bihesibînin; ku Îran ne tenê avahiyeke siyasî ye, lê nasnameyeke dîrokî û şaristaniyê ye û gefa li ser hebûna wê, li şûna ku bibe sedema hilweşînê, bûye sedema pêkhatina yekîtiyek berfirehtir.
Îran; ji mijara krîzê bigire heya lîstikvanê diyarker
Yek ji encamên din yên girîng ên vê rûbirûbûnê, guherîna cihê Îranê di hevsengiyên herêmî û navneteweyî de bû. Welatê ku diviyabû di bin zextê de neçar bimîne şertên yên din bipejirîne, di dawiyê de aliyê din neçar kir ku ji nû ve li hesabên xwe binêre. Vê guherînê nîşan da ku dema diyarkirina yekalî ji bo neteweyan xelas dibe û hêzên mezin jî neçar in rastiyên meydanî qebûl bikin.
Di nav vê yekê de, Komara Îslamî ya Îranê karî nîşan bide ku di herî dijwar şert û mercan de jî, xwedî kapasîteya parastina aramiya navxweyî, birêvebirina krîzê û domandina hêza xwe ya bergiriyê ye; pêkhateyeke ku îro wekî yek ji girîngtirîn hêmanên hêza neteweyî tê hesibandin.
Parvekirina gel di vê serketinê de
Eger em bixwazin ji girîngtirîn faktora vê serfiraziyê biaxivin, divê em behsa rola gel bikin. Tu welatekî tenê bi alavên leşkerî yan jî kapasîteya aborî ji krîzên mezin derbas nabe. Tiştê ku Îranê ji vê qonaxê derbas kir, sermayeya civakî û hesta berpirsiyariya neteweyî ya gelê bû ku tevî zextan, li kêleka welatê xwe rawestiya.
Ev rastiyê bû ku gelek projeyên medyayî û operasyonên derûnî bêbandor kir û nîşan da ku di navbera nerazîbûnên xwezayî yên civakî û hevkariya bi projeyên biyanî re, dûrahiyeke kûr heye.
Destpêka demsala nû
Dîsa jî, dê xeletiyeke mezin be eger em vê qonaxê wekî dawiya rê bigirin. Serkeftina rastîn hingê tê peyitandin ku destkeftiyên berxwedanê werin veguhertin hêzeke domdar; hingê ku yekitiya neteweyî bê parastin, kapasîteyên aborî bên xurtkirin, sermayeya civakî zêde bibe û ezmûna van rojan bibe piştevanek ji bo pêşeroja welêt.
Îran ji ezmûneke mezin derbas bûye, lê girîngiya vê serketinê ne tenê di tiştê ku qewimiye de ye; lê di asoyê ku li pêşiya welêt vebûye de ye.
Îro rastiya herî girîng ev e ku Îran maye; ne tenê maye, lê di heman demê de gelek pêşbîni û senaryoyên ku ji bo pêşeroja wê nivîsibûn, betal kir. Ev eynî xala ku dîrok dê li serê binivîse: Neteweya ku diviyabû teslîm bibe, rawestiya; Welatê ku diviyabû lawaz bibe, bihêztir bû; û gelê ku diviyabû westiyayî bibe, nîşan dan ku hê jî xwedî kapasîteya avakirina beşên mezin ên dîroka xwe ne.
Û belkî girîngtîn peyama van rojan ev e; ev dawiya şerekî bû, ne dawiya rê. Pêşeroj, ji vê xalê dest pê dike.
Nota Edîtor
Etîket:
- Îran
- Komara Îslamî ya Îranê
- Nasnameya Neteweyî
- Amerîka (DYA)
- Rejîma Siyonîst
- Lihevkirina Îran û Amerîkayê
Your Comment